Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sánchez, roja yekşemê di daxuyaniyekê de banga vekirina Tengava Hurmuzê kir. Sánchez di parvekirina xwe ya li ser medyaya dîjîtal de wiha got: “Hikûmeta Spanyayê daxwaz dike ku Tengava Hurmuzê bê vekirin û hemû tesîsên enerjiyê yên li Rojhilata Navîn bên parastin.”
Sánchez bal kişand ser encamên gerdûnî yên rageşiya ku zêde dibe û got: “Em di xaleke veguherînê ya gerdûnî de ne. Zêdetir tûjkirina rewşê, dikare ji bo hemû mirovahiyê krîzeke enerjiyê ya demdirêj bide destpêkirin. Divê cîhan berdêla vê şerî nede.”
Di daxuyaniyê de rasterast navê Îran an jî DYA’yê nehat gotin, lê tekeziya li ser “parastina hemû tesîsên enerjiyê”, piştî êrîşên li ser binesaziyên petrol û gaza xwezayî yên li herêmê hat. Ziyan dîtina binesaziya krîtîk a enerjiyê, dikare li ser dabînkirina gerdûnî û aboriyê bandorên mayînde çêbike.
Serokê DYA’yê Donald Trump, duh ji bo vekirina Tengava Hurmuzê 48 saet dem dabû Îranê û diyar kiribû ku heke neyê vekirin, ew ê santralên enerjiyê yên Îranê “ji ya herî mezin dest pê bikin û lê bidin, tune bikin.”
Tahranê jî bersiveke tund da vê gefê û ragihand ku di rewşa êrîşekê de, ew ê li seranserê Rojhilata Navîn binesaziyên krîtîk ku pergalên avê jî di nav de ne, bi rengekî ku “vegera wê nebe” bikin armanc.
Hate diyarkirin ku ji destpêka şer û vir ve, li 9 welatan herî kêm 39 rafîneriyên petrolê, qadên gaza xwezayî û tesîsên cuda yên enerjiyê ziyan dîtine.